Di zewaca ser kaxiz de, du kes biryar didin ku bizewicin, bêyî ku bi rastî hevdu nas bikin û bêyî ku di navbera wan de "hezkirina romantîk" hebe. Yek ji wan pasaporta wê/wî ya Almanî heye, yê/a din tune ye. Armanc ew e ku mirov îqameta/destûra rûniştinê ya demdirêj a li Almanyayê bi dest bixe û/an jî kesê biyanî ji dersînorkirinê biparêze. Di zewacê de zordarî tune. Biryar bi îradeya azad a herdu aliyan ve tê girtin. Di Almanî de, ji zewacên bi vî rengî re “zewaca parastinê” (Schutzehe) tê gotin.
Piştî zewacê, ji kesê biyanî re bi gelemperî îqameta demborî (befristeter Aufenthaltstitel) tê dayîn, ku ev jî dihêle ev kes ji bo debara xwe bixebite jî. (§ 27 Abs. 1 AufenthG). Ji bo gelek kesan, zewacên ser kaxiz yek ji kêm derfetan pêşkêş dike ku bi berdewamî û qanûnî li Almanya’yê bijîn. Bi saya parastina zagonî ya taybet a ji bo zewac û malbatê, zewaca ku tê pêşbînî kirin jî gelek caran dikare pêşî li dersînorkirinê bigire (§ 60a Abs. 2 AufenthG). Herweha, lihevgihandina malbatî ya zarokên bin 18 salî jî dikare bê hêsankirin.
Hin ji van avantajan ji bo wan zewacan jî derbas dibin, heger du kesên ne hewletiyên Alman li cem daîreyeke nufûsê ya Alman bizewicin. Heger yek ji aliyan hevwelatiyê/a Yekîtiya Ewropayê be, ew dibin xwedî heman mafan, wekî mafên zewaca bi hevwelatiyekî/e Alman re. Lêbelê heger herdu hevjîn ji derveyî Ewropayê bin, zewacên ji bo parastinê jî gengaz in. Ji bo wê, divê yek ji hevjînan ji berê de xwedî destûra rûniştinê be. Û di her halî de, ji zewaca bi Almanî re bêhtir şert û merc hene, ku divê werin pêk anîn. Di herdu rewşan de, zewaca parastinê divê bi baldarî were fikirîn û jê re amadekariyeke baş were kirin!
Sê sal piştî zewaca digel hemwelatiyekî/e Alman, heger hemwelatiyê/a ne-Alman dahat û maleke wî/wê ya rêkûpêk hebe, tu alîkariyên sosyal wernegire û bikaribe îspat bike ku bi Almanî dizane, ew dikare serlêdana niştecihbûnê/îqameta bêdem (Niederlassungserlaubnis) bike (§ 9 AufenthG). Ev destûra niştecihbûnê êdî bi hevjînê re nayê girêdan û ji ber vê yekê di rewşa hevduberdanê de ji dest naçe. Destûra rûniştinê bi dawî nabe û ne girêdayî cîhek taybetî ya rûniştinê li Almanya ye. Ew dikare ji dest biçe, heger hûn ji bo demeke dirêj li derveyî Almanya’yê bimînin (§ 51 AufenthG).
Derfeteke din jî qebûlbûna bo hevwelatiyê (Einbürgerung) ye, ku bi vî awayî hûn dibin hemwelatiyê/a Alman. Ev hinekî dijwartir e. Heger hûn bi Almanekî/ê re zewicî bin, hûn dikarin piştî du salên zewacê û herî kêm piştî sê salên rûniştina qanûnî ya li Almanyayê serlêdana hemwelatîbûnê bikin. Ji bo hemwelatîbûnê, ji bilî hewcedariyên destûra niştecihbûnê, divê qursa zimanê Almanî ya di asta B1 de û azmûna hemwelatîbûnê (Einbürgerungstest) were qedandin. Kesên ku sûcên giran kirine, ji bo hevwelatîbûnê nayên qebûl kirin. (§§ 8 heta 16 StaG).
Bi rastî, zewaca ser kaxiz di qanûnên Alman de bi tu awayî nehatiye pênase kirin. Lê di şûna wê de, pênase ji encama berevajî derdikeve: zewaca "rastîn" divê "hevjiyaneke zewacê" ya demdirêj be, ku pêşbînî nayê kirin ku were hilweşandin (eheliche Lebensgemeinschaft). Dîsa jî nayê diyarkirin ku bi rastî "hevjiyana zewacê" çi ye. Lêbelê, cihekî hevpar a jiyanê û têkiliya domdar a di navbera hevalbendan de girîng in. Ger şik û gûman hebin ku "hevjiyaneke zewacê" ya bi vî rengî tunebe, zewac dikare ji hêla dadgehê ve were betal kirin an red kirin (§ 1314 BGB).
Di derbarê hevjiyaneke zewacê de agahiyên ne rast yan ne temam bidin rayedaran ji bo stendina îqametê ev yek dikeve çarçoveya qanûna cezayî. Ev yek bi cezayê pereyî yan jî heta sê salên girtîgehê tê cezakirin (§ 95 Abs. 2 Nr. 2 AufenthG). Heger hevjînê/a Alman agahiyê ji daîreya biyaniyan (Ausländerbehörde) re piştrast bike, dibe ku ew wekî bersûc were darizandin. Heger tu agahiyê nede, dibe ku bi sûcê destekdayînê bê darizandin. Heger dadgeh bifikire ku zewaceke ser kaxiz pêk hatiye, wê zewac betal bibe û bibe sedem ku hevjînê/a ne Alman (nemaze eger sabiqaya wî/ê ya sûcdariyê hebe) îqameta xwe ji dest bide.
Lê zewacên ser kaxiz kêm caran diçin ber dadgehê. Zehmet e ku bi qanûnî were ispat kirin. Ceza bi gelemperî tenê di wan rewşan de tê dayîn, heger yek ji hevjînan sûcê xwe îtîraf bike û/an jî bixwe gilî bike û doz veke. Bi şêwirmendiya baş a huqûqî, doz bi gelemperî tên xistin. Bi amadekariyek baldar, ne hewce ye ku rewş were wê radeyê jî…
Di pêşîlêgirtin, lêpirsîn û cezakirina zewacên ser kaxiz de sazî û dezgehên cuda beşdar dibin. Hem daîreya nufûsê (Standesamt) û hem jî karmendên daîreya biyaniyan dikarin sedemên zewacê kontrol bikin (him beriya zewacê û him jî piştî zewacê). Şêwazên kontrolan, ku him ji aliyê daîreyên nufûsê û him jî ji aliyê daîreyên biyaniyan ve tên kirin, ji şaredarî bi şaredarî û ji eyalet bi eyalet diguhere. Heger gûman hebe, ku sûcek hatiye kirin wê demê, dibe ku rayedarên lêpirsîna cezayî jî tê de beşdar bibin.
Ji ber ku pênaseyeke misoger a zewacê tune ye, nirxandin li gorî pîvanên kêfî yên rayedarên lêkolînê ve tê kirin. Kesên ku di rewşeke weha de ne, gelek caran bi pêşdaraziyên nîjadperest, zayendperest û çînî re rû bi rû dimînin. Hin daîreyên nufûsê ji yên din ji zewacên du-neteweyî re vekirîtir in. Li cem daîreyên koçberiyê bi gelemperî tê dîtin, ku mafên îqametê bi rengek sînordar tên şîrove kirin.
Zewac li cem daîreya nufûsê tê tomar kirin û temam dibe. Ka kîjan daîreya nufûsê ji we berpirsiyar e, bi cihê ku hevjîn lê rûdine/rûdinin ve girêdayî ye. Karmend mecbûr in ku di zewacê de hevkariyê red bikin, heger aşkere be ku zewac sexte ye. Bi awayekî fermî, ji bo vê yekê pêdiviya wan bi çendîn nîşaneyên berbiçav hene. Wekî mînak, pêwîstiya pêşbînîkirî ya derketina ji welatekî; Agahiyên nakok ên ku hevjîn li ser çawaniya xuyabûna hev an jî hûrguliyên kesane didin; hevdu naskirina bi lez û zewaca li pey wê; hevberdana vê dawîyê ji hevjînê/a ne-Alman ku destûra wî/ê ya rûniştinê nîne; cudahiya temenî ya mezin an nebûna zimaneke hevpar.
Wê demê hevjîn mecbûr in, ku bi awayekî îspat bikin, ku ew zewaceke "rast" dimeşînin. Ji bo vê yekê, divê hevjîn "delîlên" têkiliya xwe pêşkêş bikin (mînak, nameyên evînê an wêne) û dibe ku li ser pêwendiyê (bi hev re an ji hev cuda) werin lêpirsîn kirin. Hevpeyvîn bi fermî li ser "bingeheke dilxwazî" tên kirin. Lêbelê, di pratîkê de, her kesê ku tercîh dike ku tê de beşdar nebe, xetereya nerazîbûna daîreya nufûsa medenî heye. Karbidestên daîreya medenî jî dikarin agahiyan ji daîreya biyaniyan bixwazin. Ew dikarin bi giştî li dosyeya we binêrin.
Heger daîreya nufûsê fermî kirina zewacê red bike, mirov dikare ji ber "berpirsiyariya birrîna mar/pêk anîna zewacê" (Verpflichtung zur Vornahme der Eheschließung) serî li dadgeha herêmî bide. Dadgeh dikare fermanê bide daîreya nufûsê ku zewacê fermî bike, bi şertê ku ew zewaca sexte xuya nake. Lêbelê, gelek hevjîn ji ber sedemên mesref û dem serî li dadgehê nadin.
Di şûna wê de, mirov dikare serîlêdana zewacê ya li cem daîreya nufûsê vekişîne. Heta ku sedemeke nivîskî ji vê daîreyê neyê wergirtin, redkirina zewacê fermî nabe. Heger yek ji hevjînan li cîhekî din bijî, hûn dikarin serî li daîreya nufûsê ya li wê derê bidin û hêvîya xêreke mezintir bikin. Her weha hûn dikarin ji cîhê rûniştina xwe bar bikin bajarekî din. Lêbelê, heger hûn bi rêkûpêk û amadekirî biçin daîreya nufûsê, şansekî we yê baş heye ku zewaca we li wê derê pêk were.
Pirsgirêkeke din a mezin daîreyên biyaniyan e. Ev daîre di vê pêvajoyê de beşdar dibin, dema ku serlêdanek were kirin, da ku kesek ji wargeheke dewletî derbasî mala partner/hevjînê/a xwe bibe; dema ku daîreya nufûsê hevjînan gilî bike; dema ku li derveyî welêt ji bo zewacê yan lihevgihandina hevjînan serlêdanake vîzeyê were kirin yan jî herî dereng piştî zewacê serlêdana destûra îqametê were kirin. Ji aliya daîreya biyaniyan ve kontroleke (duyemîn) berfirehtir tê meşandin. Di wî halî de heger nîşaneyê şênber hebin destûr tê dayîn, lê belê bi awayekî tê pêk anîn. Pîvanên din ên neyînî jî li vir têne zêdekirin. Mînakî: xizanî, serlêdanên penaberiyê yên hatine redkirin, serlêdanên ji "welatên ku hîna pêş dikevin" an jî serlêdanên ji wan welatan, ku rêjeya wan a qebûlbûna penaberiyê kêmtir e, an jî heger hevjînan ji xwe re hîna plansaziya paşerojeke darayî nekiribin.
Dibe ku rayedar bipirsin ku mala hevpar a zewacê bibînin da ku diyar bikin ka ev zewaceke "rast" e yan na. Seredanên weha yên malê ji bo hevjînan ne mecbûrî ne lê şûna wê de tenê di teoriyê de "dilxwazî" ne. Heger hevjînek naxwaze ku mahremiyeta wan were bin pê kirin, ev yek pir caran wekî nîşanek tê dîtin, ku tiştekî wan heye ku veşêrin. Dibe ku ji heval û malbatê jî pirs werin kirin. Hin rayedarên koçberiyê jî li sîxurên xwebexş digerin, wek cîran an kuryeyên pakêtan.
Heger rayedar karê xwe nekin, mirov dikarin li dij wan giliyeke ji bo teftîşa îdarî û/yan teknîkî bike (Dienst- und/oder Fachaufsichtsbeschwerde). Dibe ku giliyên îdarî yên bi vî rengî bibin sedem ku karmend li ser tevgera xwe ji nû ve bifikirin.
Hin pirsên ku di rûniştinan de têne kirin pir samîmî û hetta sosret in. Rapirsî ji raya giştî re vekirî nînin. Dîsa jî, hûn dikarin û divê ji bo hevpeyivîn û rûniştinan xwe baş amade bikin. Agahdarî dikarin ji navendên şêwirmendiya penaberan û Komeleya Malbat û Hevkariyên Du-Neteweyî (Verband binationaler Familien und Partnerschaften) dikarin wergirtin.
Hin pirsên gengaz:
We çawa hevdu nas kir?
Ma hûn bi hev re TV temaşe dikin? Ger erê, kîjan bernameyê?
Xuyabûna hevjînê/a xwe diyar bike
Hevjînê/a we xwe çawa traş dike (şil yan ziwa)?
Hevjînê/a te kîjan parfûmê bi kar tîne?
Nav û temenê xesûya xwe ya mustaqbel bêje.
Hûn çima dixwazin bizewicin?
Navên cîranên nêzîk (xaniya hevpar) çi ne?
Kî cilşûştinê dike?
We cara duyemîn kengî û li ku hevdu dît?
Tarîx û cihê jidayikbûna hevjînê/a te?
Hevjînê/a we ji bo taştê kîjan vexwarinê tercîh dike?
Hejmara sola hevjînê/a te çend e?
Taybetmendiyên hevjînê/a te (tatû, hwd.) heye?
Zewaca hevcinshezan li Almanyayê mimkun e. Di hin rewşan de, ev yek zewacê hêsantir jî dike. Mînak, eger tadeya ji ber homoseksueliyê wekî sedema penaberiyê bê diyar kirin. Hevzayendhezî jî dikare bibe hinceteke baş a ji bo nasnekirina xesû û xezûrê xwe (ji ber ku dijminatiya hevcinshezan dikin). Bi ser de, hevcinhez, pêdiviya wan ehliyeta zewacê nîne. (li jêr binêre).
Divê hevjîn bi hevdu bawer bin û herdu jî ji encamên zewacê haydar bin. Ew ê demek dirêj bi hev ve girêdayî bin. Dibe ku ji biryara zewacê heta destûra rûniştinê ya serbixwe 4-5 sal derbas bibe. Zewac bi we re ne-hevsengiyeke hêzê di navbera Alman û kesê ne alman de çêdike. Ji ber ku rûniştina kesên ne Alman bi zewacê ve girêdayî ye. Dibe ku zewac ji bo her duyan encamên aborî jî bi xwe re bîne, wek mînak bêkarî an alîkariya sosyal, alîkariya xanî (Wohngeld) an alîkariyên perwerdehiyê (BaföG). Sedemên zewacê çi dibin bila bibin, erkên qanûnî berdewam dikin. Zewac û hevberdan buha ye. Ji bo wergirtina destûra rûniştinê, divê şert û mercên din ên ji zewacê wêdetir werin cîbicîkirin (mînak delîlên zanîna ziman, debara serbixwe). Nakokiyek jî gengaz e. Divê ev kêşe tu carî di navbera "partner" de bi tenê neyên hiştin, divê bi hev re bêne kirin. Bi îdeal, divê tora alîgiran hebe (kêm zêde ye: ji 4-6 kesan bêhtir). Divê ev kes ji serî heta dawiyê bi zewacê re bin û xwe berpirsiyar hîs bikin. Di heman demê de, divê hûn ji gelek kesan re behsa şêweya zewaca xwe nekin. Girîng e ku hûn bi rastî tiştên ku hûn dixwazin ji malbat, heval an hevalên xwe re bibêjin, û tiştê ku hûn naxwazin bibêjin, li ser wan bai bifikirin. Zewacên parastinê bi gelemperî tenê bi şikayetkirinê têne kifş kirin.
Gelek tiştên ku dikarin zewacê tevlihev bikin, divê pêşwext bêne nîqaş kirin: Mînak, mayînek dirêj li derveyî welat, planek ji bo barkirina bajarekî din, an têkiliyeke (romantîk) bi kesekî din re. Ji bo zarokên ku di dema zewacê de çêbûne, hevjîn bixwe wekî bav tê hesibandin û mecbûr e ku nefaqayê bide. Ev qaîdeya bavîtî dikare bi riya doza bavîtiyê (Vaterschaftsklage) were red kirin. Lêbelê, divê ev tenê piştî hevberdanê were kirin, da ku gûmana rayedarên koçberiyê çênebe. Bê gûman, riya herî hêsan ev, heger hûn derdu jî niha bibin xwedî zarok.
Girîng: Heger hûn bi nasnameyeke derewîn/sexte ketine welêt, divê ev yek ji berê de (bi alîkariya parêzerekî) were zelal kirin! Divê hemû aliyên beşdar ji sedî 100 bi hev re rastgo bin û her kes alîgirê zewacê be. Divê lihevkirin, rêz û hevgirtin be. Ger mirov li berdêla zewacê de tiştekê hêvî bike, wekî evîn, pere, an kevaniyeke belaş, wê hingê divê zewaceke parastinê neyê kirin. Û: têkiliya cinsî bi gelemperî tiştan bêlasebeb tevlihev dike.
Pirsiyar û gotinên rayedarên fermî we çiqas aciz bikin jî, ya herî baş ew e ku hûn vê lîstikê baş bilîzin. Bi lezgînî dubarekirina çîroka hevpar û pratîkkirina pirsan hewce ye. Ya girîng ew e ku meriv "romansê" bi belge bike û hevdu nas bike. Heger bi rastî jî hûn çend caran rastî hev hatibin, ne hewce ye ku hûn ji bilî heyecana dilê xwe çîrokekê din bêjin. (wekî mînak XY li qehwexaneyê bû, rojek tav bû). Sohbeta hevjînan (ez bêriya te dikim!, Tu dikarî nanekî din ji min re bibînî?), nameyên evînî, selfî û wêneyên ji kombûn û hevalên hevbeş dê di her rûniştinê de bi qîmet bin. Divê hûn mala kesê din baş nas bikin. Dibe ku hûn demekê li wê derê jî bijîn. Bi vî rengî, dergistiyê/a we dikare taxê nas bike û/an jî were dîtin ku pêlikan paqij dike an çopê derdixe.
Divê hûn ji rayedaran re wekî dergistiyê "tîpîk" xuya bikin. Bi girtina destê hev û naskirina hev, hûn dikarin nerazîbûna rayedaran kêm bikin. Divê mala we ya hevpar de wêneyên we yên zewacê, firçeyek diranê duyemîn li serşokê û çend tiştên şexsî (pirtûk, cil û hwd.) hebin. Bi vî rengî, hûn ê amade bin ku heke daîreya biyaniyan ji bo teftîşê were. Di daweta rastîn de, tora piştgirî divê wekî mêvanên dilşad xuya bike û divê hevjîn ji kêfxweşiyê bibiriqin. Heger hûn dikarin bi ramûsaneke "tijî evînî" hevdu maçî bikin, we gelek tişt bi dest xistiye.
Hertim mantiqî ye ku meriv pêşî ji kesên din şêwirmendî û alîkarî bistîne. Alîkariya huqûqî ya ji parêzerekî/ê (di warê qanûnên koçberiyê û mijarên zewacê de xwedî tecrube) hewce ye, nemaze ji bo wan kesan, ku mayîna wan a li Almanya’yê ne qanûnî ye yan jî bi “musamaha” (Duldung) ye. Lêbelê, alîkariya qanûnî ji bo hemî zewacên din ên du-neteweyî jî girîng e. Wekî din, navendên şêwirmendiyê ji bo penaberan an Komeleya Malbat û Hevjînên Duneteweyî (Verband binationaler Familien und Partnerschaften) dikarin piştgiriyê bidin hevjînan. Heger bi rayedaran re pirsgirêk hebin, hûn dikarin bi navenda xwe ya li dijî cihêkariyê (Anti-Diskriminierungsstelle) re jî têkilî deynin. Li hin bajaran, tenê behsa navendek dijî-cudakarîyê (bi taybetî ji bo hevjînên hevzayendan) ecêb kir.
Girîng: Divê ji van navendan re neyê eşkere kirin ku zewac ji bo mebestên parastinê hatiye kirin! Ev navend tenê bi cudakarî û çewsandinan mijûl dibin, ku hemû zewacên du-neteweyî pê re rû bi rû dimînin û li pêşiya zewacê asteg in. Mirov dikare ji van navendan alikariyê bistîne, ne xem e zewaca we ya parastinê be yan na. Şêwirmend jî dikarin bên cezakirina, eger ew bi zanebûn piştgirîya zewaceke ser kaxiz bikin.
Gave yekem a fermî bidestxistina belgeyên pêwîst e. Hûn dikarin di derbarê belgeyên hewce de ji daîreya nufusê ya berpirsiya agahiyan bistînin. Ji bo Almanan (hevwelatiyên Alman), ev belge, nasname yan pasaporteke derbasdar, kopiyek pejirandî ya qeydkirina jidayikbûnê, û senedeke îqametgahê ya nûjen a pesendkirî . Kesên ne Alman divê ji welatê xwe belgeyên cihêreng pêşkêş bikin: pasaport yan nasname û belgeya hemwelatîbûnê (Staatsangehörigkeitszeugnis), belgeya jidayikbûnê û belgeya ehliyeta zewacê (Ehefähigkeitszeugnis). Gelek welat belgeyekê dernaxin ku îspat bike ku li pêşiya zewacê tu astengî tune, anku ehliyeta zewacê nadin. Di vê rewşê de, dadgeha herêmî ya bilind divê biryara "muafiyeta ji belgeya ehliyeta zewacê" (Befreiung vom Ehefähigkeitszeugnis) bide. Ev pêvajo dirêj e, pirr caran bûyerên cihêkariyê rû didin, û divê bi riya parêzerekî/ê were şopandin.
Li gorî welatê ku kesek jê tê, dibe ku belgeyên din jî hewce bibin. Ev yek pirr caran bi muhletên kurt a radestkirinê û maweyên dirêj ên payînê û mesrefên mezin ve girêdayî ye. Rastbûna belgeyan ji hêla Balyozxaneya Alman a wî welatî ve têne kontrol kirin, ku hevjîn bi eslê xwe jê tê. Ji bo vê yekê, carinan "parêzerên pêbawer" (Vertrauensanwalt) têne gazî kirin ku nasname û mercên malbatê binirxînin. Ev pêvajo bi taybetî dirêj e û zewacê pirr dijwar dike. Heger derfet hebe ku parêzerê pêbawer razî bike ku pêvajoyê bilez bike, divê ev derfet were bi kar anîn.
Dema ku hemû kaxez amade bin, zewac dikare li cem daîreya nufusê were tomar kirin û ji bo mahr birrînê tarîxek were destnîşankirin. Dewreya di navbera qeydkirina zewacê û mahr birrînê de bi taybetî ji bo wan kesan maweyeke hessase, ku di bin xetereya dersînorkirinê de ne. Ji ber ku niha hemû belge li cem daîreya nufusê ne, ku ev belge herweha ji bo dersînorkirinê jî dikarin werin bi kar anîn. Ji ber vê yekê, divê herî dawî pasaport were stendin, da ku ji bo dersînorkirineke pêkan hindik dem bimîne an jî hûn ji ber veşartina pasaporta xwe (Passunterdrückung) bi sûcdariyên cezayî rû bi rû nemînin. Heger îqameta we tunebe, divê hûn di daireya biyaniyan “musadeya îqametê ya ji bo zewacê” (Duldung zum Zweck der Eheschließung) bistînin. Lê belê him daîreya nufûsê û him jî daîreya biyaniyan dikarin di şûna wê de polîs agahdar bike.
Heger hevjînê/a ne-Alman, di derbarê wî/ê de biryara lêgerînê hebe yan bixwe di girtîgehê de be, di vê rewşê de baldariyeke taybet hewce ye. Rewşên weha divê ji destpêkê ve ji aliyê parêzerekî ve weşe şopandin, da ku pêşî li dersînorkirinê were girtin (bi riya destûra îqameyê ji bo serlêdana penaberiyê (Aufenthaltsgestattung durch ein Asylverfahren) yan belgeyeke derbaskirina sînorê (Grenzübertrittsbescheinigung)). Bi gelemperî çêtir e ku hûn berî qeydkirina zewaca xwe îqmameya xwe ya qanûnî safî bikin.
Her kesê ku plan dike ku bi Almanekî/ê re bizewice, mafê wî/ê yê qanûnî heye ku bikeve Almanya’yê û bimîne. Ji bo vê yekê, vîzeya "ji bo zewacê" (Visum zur Eheschließung) hewce ye. Ji bo vê jî gelek kaxez lazim in. Nûnertiya dîplomatîk a Alman a li derveyî welêt, ku li cem wê serlêdana vîzeyê tê kirin, peywendî bi daîreya biyaniyan ve datîne, ji ber ku selahiyeta dayîna destûra îqametê di destê vê daîreyê de ye. Li vê derê jî kontrol tên kirin. Lê belê di rewşeke weha de gindik tişt hene, ku dikarin werin kontrol kirin. Lê herweha hindik tişt hene, ku mirov dikare li cem daîreya biyaniyan ispat bike. Wekî mînak maleke hevpar nîne, ku dikare were kontrol kirin. Di vê rewşê de jî pêdivî bi serpêhatiyeke baş heye, ka we çawa hevdu nas kir, divê bi riya fotografan, nameyan, chat û şahidan were piştrast kirin.
Herweha mirov dikare li welatê hevjînê/a ne-Alman yan li welatekî din ê Ewropa’yê jî bizewice. Dûv re mirov dikare vê zewacê li dem daîreye nufusê ya Almanan bide naskirin. Di vê rewşê de jî, dibe ku lêpirsînek ji hêla nûnertiya Alman, daîreya nufusê û daîreya biyaniyan ve were kirin.
Ji bo vîzeya hevgihandina hevjînan şerta testa Almanî ya di asta A1 de şert e, ku hertim ne hêsan e, ku were bi dest xistin. Bi hezaran serlêdanên ji bo hevgihandina hevjînan tên red kirin yan vekişandin. Li got tecrubeyan mirov dikare bêje, ku maweyên serlêdanê li bajarên mezin gelek, gelek dirêjin. Heger derfeta we hebe, bi gelemperî hêsantir e, ku mirov li Almanya’yê bizewice.
Niha girîng e ku hûn nîşan bidin, ku hûn niha têkiliyeke "normal" dimeşînin (eheliche Lebensgemeinschaft). Heger ev yek ji berê ve çênebûbe, divê hevjîn herî dereng niha navnîşaneke hevpar a malê pêşkêş bikin û wê malê amade bikin (li jor binêre). Di heman demê de ev dikare bibe odeyek (WG-Zimmer), di apartmaneke hevpar a digel kesên de. Girîng e ku nameyên ku tên vê adresê bigihîje herdu hevjînan û ew herdu jî îqametgaha wan ew mal be. Awarteya mala hevpar ew e, ku heger hûn li bajarekî din dixwînin yan dixebitin.1
Piştî zewacê, divê li cem daîreya biyaniyan serlêdana destûra îqametê were kirin. Ev destûr dikare heta ji bo sê salan were dayîn. Carna ev destûr ji bo salekê tê dayîn, da ku paşê kontrol bikin, ka zewac hîna jî berdewam dike yan na û ka şertên din (ên wekî Kursa Întegrasyonê, debara besyar) hatine cih yan na. Piştî encameke erênî ya kontrolê destûr tê dirêj kirin.
Hûn dikarin piştî sê salên zewacê serî li destûra rûniştinê ya serbixwe bidin. Di vê demê de, divê hevjiyana zewacê hîn jî berdewam be. Ji bo daîreyên fermî tarîxa cihêbûnê derbasdar e, ne roja hevberdanê/telaq. Dema herî baş a hevduberdanê ew e, piştî ku mirov destûra bêdem a îqametê wergirtibe. Di derbarê hevduberdanê de divê daîreya biyaniyan were agahdar kirin û biryara hevduberdanê bigihînin daîreya nufusê. Encax piştî salekê hevduberdan dikare pêk were (Trennungsjahr). Ji bo zewacên ku li derveyî hatine birrîn, divê neyê ji bîr kirin, ku bi tenê ew dem tê hesibandin, ku hevjînan li Almanya’yê bi hevre derbas kirine. Dema ku hevjînan li derveyî Almanya’yê derbas kirine nayê hesibandin.
Girîng: Heger yek ji hevjînan- sedem çi dibe bila be- biryara hevduberdanê dabe, berî ku îqameta serbixwe hatibe stendin, divê îllehîm şêwirmendiya ji derve (alîkariya huqûqî û/yan navenda şêwirmendiyê ya ji bo biyaniyan) were stendin!
Bi zewacê re, hûn bi hevre dikevin bin hin berpirsiyariyên qanûnî û darayî, ku hin ji wan dikarin piştî zewacê jî berdewam bikin. Hin berpirsiyarî hene, ku mirov nikare wan paş ve bistîne. Yên din dikarin bi riya peymaneke zewacê (Ehevertrag) werin betal kirin. Peyman bi gelemperî ji bo wê yekê tê danîn, ku mesrefên hevduberdanê kêmtir bin. Ev peyman divê ji aliyê parêzerekî/ê were amade kirin û divê ji aliyê noterekî/ê ve were pesend kirin. Ya baş ew e, ku mirov vê peymanê demeke kurt a beriya zewacê bike. Bi vê peymanê mirov dikare berpirsiyariya nafaqayê ya piştî zewacê û berhevdayîna mafê teqawitiyê (Versorgungsausgleich= anku paşê parvekirina maeşa teqawitiyê) ji holê rake. Divê cudakirina mal û milkan (Gütertrennung) jî were destnîşankirin (herdu alî mal û milkên xwe diparêzin, ew nayên dabeş kirin). Berpirsiyariyên bavitî û deynên hevpar nikarin bi peymanê ji holê werin rakirin.
Mirov dikare bi danîna wasiyetnameyekê hevjînê/a xwe ji mîrata xwe bêpar bihêle (Ji bilî para mecbûrî). Bi riya wesayeta tendurustiyê (Patientenverfügung) û wekaletnameya lênihêrînê (Vorsorgevollmacht) mirov dikare ji bilî hevjînê/a xwe kesên din dîyar bike, ku ji bo we biryarên tibbî û qanûnî bistînin, heger hûn êdî nikarin wan biryaran bixwe bidin.
Ev agahîname di destpêka sala 2025’an de hatiye amade kirin. Kesê ku ku dixwaze bizewice, divê beriya zewacê xwe di derbarê şert û mercên herî dawî de agahdar bike.
Zewaceke parastinê ji bo herdu hevjînan zehmetî û berpirsiyariyên mezin tîne, herweha ji bo tora wan a piştgiriyê jî. Lê belê tecrube nîşan didin: Bi amadekariyeke baş û hêza berxwedanê mirov dikare wê zewacê bibe serî!
Agahîyên din û alîkarî:
Verband binationaler Familien und Partnerschaften, iaf e.V.: www.verband-binationaler.de
Refugeee Law Clincs: home.refugeelawclinics.de
Informationsverbund Asyl & Migration: www.asyl.net
Pro Asyl: www.proasyl.de
LSVD⁺ – Verband Queere Vielfalt: www.lsvd.de
Pirsên pêkan ên li cem daîreya nufusê û daîreya biyaniyan:
http://www.schutzehe.com/data/de_data/de_fragen.htm
https://www.kanak-attak.de/ka/infopool/zahn.html
https://www.lawblog.de/archives/2005/10/26/fragebogen-fur-scheinehen